Wir verwenden Cookies, um die Benutzerfreundlichkeit dieser Webseite zu erhöhen (mehr Informationen).

Prof. Dr. Werner Gitt

Ez ê çawa biçim Bihûştê (Cenetê)?

Die grundlegende Frage, die suchende Menschen sich stellen, wird hier von Prof. Dr. Werner Gitt beantwortet. "Wie findet man den Himmel?" Auf jeden Fall nicht durch eigene Anstrengungen oder Konzepte. "Was aber bringt uns wirklich in den Himmel?" Gott hat die Einladungen für den Himmel schon verteilt wie im Gleichnis des Menschen, der zu einem großen Fest Einladungen verschickte. Doch viele Menschen redeten sich heraus.

Prof. Dr. Gitt ruft dazu auf, nicht so "kurzsichtig" wie diese Leute zu sein. Jesus will uns vor der Hölle erretten und diese wird kein Vergleich zu der sogenannten "Hölle von Auschwitz" sein. Er hat am Kreuz für unsere Schuld bezahlt, wir müssen diese Einladung nur annehmen, dann ist ein Platz im Himmel "gebucht". Ein Entscheidungsgebet soll den Lesern dabei helfen.

Dieses Traktat eignet sich besonders gut zur Weitergabe an suchende Menschen!

8 Seiten, Best.-Nr. 120-45

Dieses Traktat steht derzeit nur als Download zur Verfügung. Ab einer Bestellmenge von 1.000 Stück geben wir es für Sie gern in den Druck. Bitte wenden Sie sich an uns! / This tract is currently only available as a download. But we will gladly go to print for an order of 1,000 or more. Please contact us!


 Ez ê çawa biçim Bihûştê (Cenetê)?

Mirov di derbarê pirsên ku têkildarên abadîniyên e de zêde naaxifin. Em dikarin, gava mirovên aqûbeta xwe difikirin temaşe bikin, vêya bibînin. Hunermenda sînema ya Emerîkî Drew Barrymore, ya ku di sala 1975’an de ji dayik bûye, di filmê E.T. ya ku di zarokantiya xwe de kişandindibû, hunermenda serete bû. Dema gihaştibû 28 saliya xwe, wusa gotibû: “Ger ez beri pisîka xwe bimirim, xweliya min, mîna xwarinê bidin pisîka min. Wê gavê qet nebe, ez ê bikaribim di laşê pisîka xwe de jiyana xwe bidomînim.” Ma mirov hay ji çibûna MIRINê tune be û ev qasî kor be, çi tiştekî tirsehêz e ne wusa?

Dema Îsa Mesîh li dinê dijiya, gellek mirov dihatin cem wî û ji wî daxwaziyan dixwestin. Hemûyên van xwestekan, tiştên dunyewî bûn:

  • Deh kesên bi cizam, dixwastin bigihêjin ten­du­ristiya xwe (Lûqa 17,13).
  • Yên kor dixwastin bibînin (Meta 9,27).
  • Yek ji yê din jî, di şerê mêrasê de alîkarî xwastibû (Lûqa 12,13–14).
  • Fêrisiyan di derbarê nerxa ku dê ji Qiral re bête dayîn de pirsîbûn û xwastibûn ku dafikê daynin (Meta 22,17).

Lê belê mirovên hejmara wan gellek kêm e hatibûn cem Îsa Mesîh û xwestibûn ku ka wê çawa biçin bihuştê. Xortek dewlemend vê pirsa ji Îsa Mesîh pirsîbû û li bersiva wê geriyabû: “Mamoste, bona ku ez bigihêjim jiyana abadîn, divê ez çi bikim?” (Lûqa 18,18). Jê re, hemû hebûna xwe firotin û li pêy Îsa çûyîn hatibû gotin. Lê belê ji ber ku gellekî dewlemend bû, guh nedabû vê şîretê û dev ji bihuştê berdabû. Xeyrî viya, yên ku li bihuştê nedigeriyan lê gava rastî Îsa Mesîh dibûn, di derbarê rêya ku diçe bihuştê de dihatin agahdarkirin jî hebûn. Wan guh dabûn vê şîretê û hema li pêy vê rêya ketibûn. Mînak Zakkay, ji yên ku muheqeq dixwastin bibînin bû; lê belê tenê bi dîtinê nema. Paşî ku Îsa Mesîh di mala wî de serîdanka wî kiribû, Zakkay rêya ku diçe bihuştê dîtibû. Wê çaxê Îsa Mesîh wusa gotibû: “Îroj rizgarî gihaştiye vê malê” (Lûqa 19,9).

Rêya ku diçe bihuştê dê çawa bête dîtin?

Ji tiştên ku heta nuha hatine gotin ya ku me fêhm kiriye:

  • Bihuşt di rojekê diyarkirî de tête dîtin. A vay, qenciya vêya zanîn, xwendevanê xoşewist; Roja gîhaştina jiyana abadîn ya ku Xwedê daye, îroj e.
  • Rêya ketina bihuştê, yanê rêya ketina Serweriya Xwedê, bi karên qenc û kirinên serfirazî re ne girêdayî ne.
  • Tu dikarî bêyî kirina tu amadekariyî bigihêjî bihuştê, yanê Serweriya jiyana abadin ya ku Xwedê pêk aniye.

Ger em vegotinên Xwedê, ên ku di derbarê bihuştê de ne bigirin ber çavan, dê bête ditîn ku, ramana; bi pêşniyarên mirovan an jî bi saya karên wanî qenc ketina bihuştê bitûmî çewt e. Stiranbêjek, di derbarê palyaçoyek (qeşmer) bi salan di sîrkekê de xebitiye û paşê dev ji kar berdaye de, stiranek wusa gotibû: “Dê muheqeq biçe bihuştê, ji ber ku, bi kenandinê gellek mirovan dilşa kir.” Mînakek din: Şerta pîreka ku gellek dewlemend bû û komelayek xêr û xêratê avakiribû û bi vê rêya ji 20 pîreka re xanî vekiribû wusa bûbû: Her pîreka ku di van xaniyan de dimîne, hewcedar bû ku rojê saetekê ji bo xelasî û gihaştina jiyana abadîn ya vê pîreka dewlemend û xêrxwaz dua bikira.

Bi rastî jî tiştê ku dê me bibe bihuştê çiye?

Îsa Mesîhê ku dixwazî bersivekî xwerû (net) bide vê pirsê, çîrokekê got. Di Încîlê de, di beşa Lûqa, birra 14’an de, di derbarê mirovekî ku dixwazî mêhrîcanekî mezin amade bike û bangnamê ji mirovên diyarkirî re dişîne de tête gotin. (Ziyafeta di çîrokê de bihuştê; kesê vexwendinê dike jî Xwedê nîşan dide). Bersivên kesên ku lêborina xwe dixwazin û nehatina xwe yî vexwendiyê digehînin xeyalşikestinekê çêdikin! Yê yekem, sedemek wusa dibêje: “Eresekê stendim...” Yê duyem: “Cotek ga stendim...” Yê sêyem jî: “Nû zewicî me, ji ber vê yekê nayêm” dibêjin. Îsa Mesîh çîrokê, bi biryara xwediyê malê yê ku mêhrîcanê dide, diqedîne: “Ez ji we re vêya bibêjim; dê tu yên wan zilamên ku pêşiyê hatibûn vexwendin, ji xwarina min ve tahm nekin” (Lûqa 14,24).

Bi vê hevokê tête fêhm kirin ku, mirov dikare bihuştê qezenc jî bike, winda jî. Xala girîng ya li vir, qebûl kirin an jî redkirina vexwendiyê ye. Wusa tê xuya kirin ku, bona ketina bihuştê, rêyek ji vêya hêsantir nîne! Ger rojek ji rojan gellek mirov nikaribin têkevin bihuştê, sedema vêya ne nedîtina rêya ku diçe bihuştê, lê dê red kirina vexwendiya bona bihuştê hatiye kirin be.

Mirovên ku di vê çîrokê de têne gotin, bona me ne mînak in, ji ber, tu yên ji wan ji vexwendiyê re negotin “erê” û neçûn mêhrîcanê. Belê; gelo ji ber ku wan vexwendiyê qebûl nekirin, dê mêhrîcan çênebe? Helbet dê bibe! Piştî bersiva wanî red kirinê, wê çaxê xwediyê malê vexwen­diyê li her kesî re dike. Êdî bangnameyên bi tîpên zêrîn hatine nivîsandin naşîne. Tenê bangekî dike: “Were mêhrîcanê!” Dê di vê mêhrîcanê de, cih ji heçiyên ku guh dane vê bangê û vexwendinê qebûl kirine re bête dayîn. Belê, lê domahîka çîrokê çawa ye? Belê, mirov kom bi kom têne mêhrîcanê... Demekê paşê xwediyên malê dinihêre ku hîn cihên vala hene! Ji xizmetkarê xwe re dibêje: “Derkevin derve û vexwendinê bidomînin!”

A vay, ez dixwazim vê çîrokê bi jiyana me ya rojane re pêşberî hev bikim, ji ber xal a ku di çîrokê de mirov digihêjê, rewşa me ya îroyîn tîne zimên. Hîn di bihuştê de cihên vala hene û Xwedê bi vî awayî bangî te dike: “Were û cihê xwe yî di bihuştê de yî bigire! Baqil be û cihê xwe yî di abadîniyê de yî bide cihê kirin! Vêya îroj çêbike!”

Bihuşt cihekî ji feraset û fêhmkariya hişan hê jî xweşiktir e û Îsa Mesîh vî cîhi bi mêhrîcanekê mezin re pêşberî hev dike. Di 1. Korîntiyan, Beşa 2. ayeta 9.’an de wusa hatiye nivîsandin: “Tu çavî, tiştên ku Xwedê bona hezkirên xwe amada kirine neditiye, tu guhî nebihîstiye û dilê tu mirovî fêhm nekiriye.” Di vê dinê de tu, lê belê qet tu tişt, hinekî be jî, bi xweşikiya bihuştê re nayê miqayese kirin. Ew cih ew qasî xweşik e ku! Divê em tu carî, bihuştê ji dest xwe winda nekin, ji ber ew, ev qasî bi rûmet e ku, biha jê re nayê danîn. Tenê kesekî deriyê bihuştê ji me re vekir. Ev kes Îsa Mesîh e. Ji ber vê yekê, ew qasî bi hêsanî ketina bihuştê, em deyndarê Îsa Mesîh in. Êdî nuha, her tişt bi xwestin an jî nexwestina me ve girêdayî ye. Tenê yên mîna ew sê kesên ehmeq ên ku di çîroka me yî jorîn de derbas dibin vê vexwendinê qebûl nakin.

Xelasî tenê bi saya Îsa Mesîh ve pêk tê

Em di Karên Şagirtan 2,21’an de ayetek gellekî girîng dixwînin: “Her kesên ku bangî navê XUDAN bikin, dê xelas bibin.” A vay ev, yek ji ayetên Încîlê ye. Pawlosê şandî, dema li Fîlîpiyê di girtîgehê de bû; axaftina xwe ya bi pawanekî (gardiyanekî) re dikî, bi van gotinan diqedînî: “Baweriyê bi XUDAN Îsa Mesîh ve bîne, bi vî awayî tuyê xelas bibî, tu û maliyên te.” Ev agahî kurt, lê belê çalak e û jiyanê diguhere. Di heman êvarê de Pawan baweriyê bi Îsa Mesîh tîne.

Ma Îsa Mesîh mirov ji tiştekî çawa ve xelas dike? Tiştê ku divê hûn muheqeq bizanibin: Ji rêya dojehê ya ku bi asîwên abadîn (bi jan û êşan ve) tijî ne xelas dike. Kitêba Pîroz di derbarê Bihuşt û dojehê de dinivîse ku; mirov dê di tûmiya abadîniyan de li wir bimînin. Cihekî bi toqîn û tirsehêziyê ve tijî; cihê din jî bi xweşikiyek awarte xemiliye! Cihekî sêyem nîne. Tu kes nikare ku bibêje piştî mirinê di pênc deqîqê de her tişt bi mirinê ve qediyaye. Di kesayetiya Îsa Mesîh de biryara dawîn hatiye danîn... Jiyana abadîn tenê bi şexsekî re girêdayiye: ÎSA MESÎH û têkiliya me ya bi Wî re yî!

Di dema gerekî xwe yî axaftinê de li Polonyayê, me li wir serîdanka wargeha (qampa) di dema herbê de hatiye ava kirin û di dema Împaratoriya Germenan de mirina gellek mirovan lê çêbûye, kirin. Ji sala 1942 heta 1944’an, li wir, pêşiyê Cihû, 1.6 milyon mirov, di odeyên gazê de hatibûn kuştin û paşê bi şewitandinê ve hatibûn tune kirin. Ev wargeh, di dîrokê de, bi navê “dojeh” ê tête binav kirin. Dema me li odeyên gazê, yên ku di her yekê de cihê 600 kesî hene, digerandin, ez li ser binavkirina “dojeh” ê difikirîm. Cihekî qasî ku neyê pêşdarî kirin tirsehêz bû. Belê, ma bi rastî jî ev der dojeh bû?

Belê; em mîna komekî gerê, van odeyên gazê, ên ku cenawêriya tirsehêz di wan de di sala 1944’an de qedi­yaye, nuha bi awayekî azad geriyabûn. Êdî li vê derê dê tu mirov lêdanê nebîne û neyê bijahr kirin; ji ber ku dema xebata van odeyên gazê, ên ku li vê wargeha tunekirinê ne, ku wargeh di roja me de bûye mûze, bi sînor bû. Lê belê dojeha ku di Kitêba Pîroz de derbas dibe abadîn e.

Çavên min bi weneyê ku di têketina mûzeyê de yî û bi çarmixê ve şidandina Îsa Mesîh pêş­darî dike, ketin. Wusa dihat xuya kirin; kesê ku li vê derê ha­tiye hepis kirin, hemû hêviya xwe bi bizma­rekî li dîwêr kolabû. Ev hunermend jî di odeyekê ji odeyên gazê de miribû; lê belê bi zanîna Xelaskerê wî Îsa Mesîh e, jiyana xwe ji dest dabû. Belê, li cihekî gellekî tirsehêz e miribû, lê belê bihuşt, deriyên xwe heta dawiyê ji wî re vekiribûn. Mîna ku di ayetên Meta 7,13’an, Meta 5,29-30’î de û di Meta 18,8’an de dojeha ku Îsa Mesîh di derbarê wê de îkaz di­ke; paşî gîhaştina wir, ji wir rev û xelasî ne mimkûn e. A vay, ev dojeha rasteqîn, ji ber ku dê di tûmiya abadîniyan de vekirî be, mîna mûzeyekê serîdank û ziyaret lê nabe.

Bihuşt jî abadîn e. A vay, cihê ku Xwedê dixwazî me bibe wir ev der e. Vexwendina bihuştê qebûl bikin. Bangî navê Xudan bikin û di bihuştê de cihekî ji xwe re bidin cihê kirinê! Di dawiya konferansekê de, pîrekek, bi awayî sixlet bûyî: “Ma li bihuştê cih tê cihê kirin? Ma ew acenteyek gerê ye?” pirsî. Min jî bi gotina: “Belê, her kî cih ji xwe re cihê meke, nikare bigihêje armancê. Ger hûn bixwazin herin Antalyayê, divê bilêtek we yî rewacdar hebe” bersivê da wê. Dema pîrekê bi gotina: “Lê berdêla bilêtek wusa heye, ne wusa?” domand, min jî bi vî awayî bersivê da wê: “Belê! Divê berdêla bilêta ku dibe bihuştê bête dayîn! Lê belê ev berdêl ew qasî giranbuha ye ku, ji nav me tu kes nikarî berdêla wê bide. Guneh û çewtiyên me ji vêya re dibin astengî. Xwedê di bihuşta xwe de, yanê di qata xwe de çav li gunehan nagire. Kesê ku bixwaze piştî jiyana xwe yî dinê, abadîniya ku tê bi Xwedê re, li bihuştê bidomîne, divê pêşiyê ji sûcên xwe pak bibe û azat bibe. Ji vê stûrbariyê xelas bûna wî jî tenê bi çalakiya kesekî bê sûc û bê guneh dibe. Ev kes Îsa Mesîh e. Tenê Ew xwedî hêza dayîna vê berdêlê ye! Îsa Mesîh vê berdêlê, bi li ser xaçê mirina xwe, bi xwîna xwe ve da.”

Wê gavê nuha, ma bona ku bikevim bihuştê divê ez çi bikim? Xwedê me hemûyan bangî xelasiyê dike. Gellek ayetên Kitêba Pîroz bona guhdayina me ya vê banga Xwedê û van ayetan, bi girîngî salixiyê didin. Mînak:

  • “Bona ku, hûn ji deriyê teng ve derbas bibin li ber xwe bidin!” (Lûqa 13,24).
  • “Tobe bikin, ji ber ku Serweriya Ezmanan nêzîk bû!” (Meta 4,17).
  • “Ji deriyê teng ve bikevinê; ji ber ku deriyê dibe têkçûnê fireh û rê hêsan e û yên ku dikevin wê, gellek in. Lê belê deriyê ku dibe jiyanê teng û rê jî dijwar e û yên wê dibînin kêm in” (Meta 7,13–14).
  • “... jiyana abadîn himbêz bike, tu bona vê yekê hate vexwendin” (1.Timetêyos 6,12).
  • “Baweriyê bi XUDAN Îsa Mesîh ve bîne, bi vî awayî tuyê xelas bibî, tu û maliyên te” (Karên Şagirtan 16,31).

Hemû van ayetana hejanek, hişyarkir û heterdar in. Dema xwendina nivîsan fêhm nekirina cidiyet, bibiryarî û pêwîstiniyê ne di dest de yî! Ya dawîn, em dikarin qebûlkirina vê vexwendinê ya ku di dawiyê de armanc girtina qebûl kirina bihuştê ye, bi van gotinan bînin zimên:

“Ya Xudan Îsa Mesîh, heta îrojê wekî ku tu qet tunebe ez jiyam. Lê belê niha min fêhm kir ku tu kî ye û ji ber vê yekê ev cara yekem e êz tême û ji te re dua dikim. Ez dizanim bihuştek û dojehek heye. Ji ber vê yekê, ji dojeha ku, ez ji ber gunehên xwe, bi taybetî jî ji ber bêbaweriya xwe bûme mehkûmê wê, min xelas bike. Ez dixwazim heta abadîniyê li cem te, her tim li bihuştê bim. Ez dizanim ku ne bi karên xwe yî qenc, lê belê tenê bi te bawerî anînê ez ê biçim bihuştê. Ji ber ku te ji min hez kir, tu bona min li ser xaçê mir, û te gunehên min li xwe bar kir û bona min berdêla wan da. Bo vê yekê ez ji te re spas dikim. Tu hemî sûcên min dibînî, heta sûcên ji zarokantiya min de jî. Tu her sûcê jiyana min dizanî – her tiştî, yên niha têne bîra min jî û yên ji zû ve ji bîr kirime jî. Tu di derbarê min de bi her tiştî dizanî, ji ber ku tu min bi tûmî dinasî. Her leqîniya dilê min, dixwazî şabûn an jî keserî be, şadî an jî neşadîbûn be, bo te ne biyan e. Ez li ber te mîna pirtû­kek vekirî me. Bi vî halê xwe, û mîna ku heta niha jiya me, ez nikarim li ber te û li ber Xwedayê Bilind bisekinim û ji ber vê yekê ez nikarim bikevim bihuştê. Bo vê yekê ez lava ji te re dikim, ji kerema xwe re hemî sûcên min li min bibexşîne. Ez ji ber gunehên xwe pirr xemgîn im. Niha te qebûl dikim û tu XUDANÊ min î. Niha tu rêvebiriya jiyana min bigre destê xwe. Tu her çawa bixwazî, ez dixwazim wusa bijîm.

Ji kerema xwe re rehmê li min bike ku ez bibim xwedî hînbûyînên ku di çavên te de qenc in. Alîkariyê bi min re bike û ez fêhm bikim ku ka tu di Kitêba Pîroz de dixwa­zî çi ji min re bibêjî. Dilekî mulayîm û îtaetkar bide min ku, ez bikaribim te dilxweş bikim. Ji niha pê ve Tu bibe XUDANê min. Ez dixwazim li pêy te bimeşim; hemû rêyên ku ez ê di her dema jiyana xwe de ji wan derbas bibim nîşanî min bide. Ji ber ku tu min dibihîzî û êdî ez ê di hemûya bêdawîbûnan de bi te re bim, ji ber ku ez zarokê te me, ez sipasdarê (minetdarê) te me. Ji kerema xwe re alîkariyê bi min re bike ku ez; yên ku bi te bawerî anîne û bi civakek baweriyê, ya ku li gor Kelama Pîroz dicivin binasim û tevî wan Kelamê bixwînim û dua bikim! Amîn.”

Dir. u. Prof. a. D.
Dr.-Ing. Werner Gitt